Îran – Li Belûçistanê 4 pasdar hatin kuştin
Li parêzgeha Sîstan-Belûçistan ya Îranê 4 pasdarên Îranê hatin kuştin.
Çavkaniyên fermî yên sipaha pasdarên Îranê dane zanîn, şeva borî li devera Gunîk ya bajarokê Xaş li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê di navbera pasdaran û “komek çete” de şer derket.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm 4 pasdar hatin kuştin.
Tevahiya pasdarên ku hatine kuştin jî Belûç in.
Rêjîma Îranê her kom û hêza ku neyartiya wê bike, wek çete û terorîst bi nav dike.
Basnews
