Li Pirdê kesekî bavê xwe kuşt û birayê xwe jî birîndar kir
Li nahiya Pirdê ya Kerkûkê zilamekî bavê xwe kuşt û birayê xwe jî birîndar kir.
Berpirsê polîsê Pirdê, Elî Fedî ji BasNewsê re got, îşev li Pirdê xortekî bavê xwe da ber kêran û kuşt, birayê xwe jî birîndar kir.
Wî efserê polîs da zanîn, ew kesê ku hatiye kuştin, kesekî turkmen e û qatil jî hatiye girtin.
Basnews
