• Friday, 27 February 2026
logo

Rapirsî-HDP û MHP benda hilbijartinê derbas nakin

Rapirsî-HDP û MHP benda hilbijartinê derbas nakin

Li gor rapirsiya hilbijartinê ya herî dawî ya kompaniya  ORC, tenê AK Partî, CHP û IYI Partî benda hilbijartinê  derbas dikin û HDP û MHP jî li jêr benda hilbijartinê de mane.

Kompaniya Rapirsiyê ya ORCê li ser malpera xwe ya fermî ya twiterê  encamên rapirsiya ku di navbera 13-18 Tîrmehê de ligel 4 hezar û 520 kesan, li 36 parêzgehên cuda pêkaniye, belav kirin.

Di rapirsiyê de hatiye pirsîn "Eger vê Yekşemê hilbijartina giştî bibe hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?"

Li gor bersiva wê  pirsê ji partiyên siyasî yên Tirkiyê tenê AK Partî, CHP û ÎYÎ Partî benda hilbijartinê derbas dikin.

Li gor rapirsiyê, Partiya Tevgera Nijadperest  (MHP) bi rêjeyek kêm li jêr bendê  maye û Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) jî ji sedî 8 ya dengan wergirtiye.

AK Partî bi rêjeya ji sedî 33 partiya yekem e, CHP bi  rêjeya ji sedî 25ê partiya duyemîn e û ÎYÎ Partî jî bi ji sedî 12,5ê partiya sêyemîn e.

Li gor heman rapirsiyê, MHP bi sedî 9,8 û HDP jî bi sedî 8,0 di jêr benda hilbijartinê de mane.

 

Rudaw

Top