• Friday, 27 February 2026
logo

Li Hewlêrê bi dronan êrîşî binkeyeke Hevpeymanan kirin

Li Hewlêrê bi dronan êrîşî binkeyeke Hevpeymanan kirin

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand ku li Hewlêrê bi dronekê êrişî binkeyeke wan kir û di wê êrişê de ti ziyaneke madî û canî çênebûne.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Wayne Marotto ji Rûdawê re ragihand ku sibeha roja Înê 23yê Tîrmeha 2021ê li nêzîkî bajarokê Herîr ê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve dronekê baregeheke hevpeymanan kire armanc.

Wayne Marotto diyar kir ku wan berisva êrîşekê li Herêma Kurdistanê daye û dibêje, ti ziyaneke mirovî û madî lê neketiye.

Wayne Marotto  got, “Balafireke bêpîlot serê sibeha Înê 23yê Tîrmehê demjimêr 01.23 xulek,  bingeheke Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê kiriye armanc, ti ziyanên canî û madî yên êrîşê nebûne, Amerîka û hêzên Hevpeymanan wê hişyar dimînin û di çarçoveya mafê sirûştî de, wê berevaniyê li xwe bikin.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Wayne Marotto herwiha da zanîn ku di dema kêmtir ji salekê de, 6 caran li Herêma Kurdistanê êrîşî hevpeymanan hatiye kirin û bersiva wan êrîşan hatiye dayîn.

Herî dawî di 6ê Tîrmeha 2021an de bi dron êrişî Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibûn kirin, piştre Sekreterê Giştî yê Ketayibên Seyidu Şuheda Ebi Ala Wala gefa êrişa hêzên Amerîkî xwaribû.

Piştre jî Berdevekê Ketayibên Seyidu Şuheda ji Rûdawê re gotibû: “Hewlêr ne baregeheke Amerîkayê ye û ew perçeyeke Iraqê ye û balefirgeha wê sivîl e.”

Ketayibên Seyidu Şuheda yek ji wan grûpên çekdar ên Şîe û ser bi Îranê ve ne ku bi aşkere gefa pêkanîna êrişan li dijî hêzên Amerîkayê û berjewendiyên wê di nav Iraqê de dixwin. Piştî êrişa heftiya bihorî ya Amerîkayê bo ser binkeyeke  wê grûpê li ser sînorê Iraq-Sûriyê, wê grûpê gef li Amerîkayê xwar û ragihand, ew li dijî Amerîkayê di şerekî vekirî de ne.

 

Rudaw

Top