• Friday, 27 February 2026
logo

Grûpa Niştimanperwerên Kurd li Efrînê nameyeke vekirî arasteyî ENKS kir

Grûpa Niştimanperwerên Kurd li Efrînê nameyeke vekirî arasteyî ENKS kir

Grûpa Niştimanperwerên Kurd li Efrînê nameyeke vekirî arasteyî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) dike û tê de çend daxwazan pêşkêş dike.

Di nameyê de ku, kopiyek jê taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye şandin, Grûpa Niştimanperwerên Kurd li Efrînê gazinan ji ENKS û nûnerên wê di Itîlafa opozisyona Sûriyê de dikin.

Di nameya xwe de, grûpa navborî daxwaza lidarxistina kongreyeke awarte ji bo ENKS dikin da ku tê de nûneratiya Efrînê bê serastkirin.

Li gorî nameyê, nûnratiya Efrînê di desteyên ENKS de nîne, ne di serokatiya Encûmenê de û ne di komîteya pêwendiyên derve de û ne jî heta di şandeya danûstandinê ligel Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) de.

 

Rudaw

Top