• Friday, 27 February 2026
logo

Li Agirî di navbera leşkerên Tirkiyê û PKKê de şer derket

Li Agirî di navbera leşkerên Tirkiyê û PKKê de şer derket

Li devera Çiyayê Qertewînê ya ser bi parêzgeha Agirî li Bakurê Kurdistanê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) de şer derket. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje di wî şerî de 3 gerîlayên canê xwe ji dest dane û HGP jî dibêje wan li herêma Metînan 3 leşker kuştine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Navxweya ya Tirkiyê de hat ragihand ku li herêma Çiyayê Qertewînê Fermandariya Cendirmeyan û Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Agiriyê bi hev re dest bi operasyonê kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di dema operasyonê de şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên HPGê de derketiye û di encama wî şerî de berpirsê herêma Erzerumê jî li gel 2 gerîlayan canê xwe ji dest dan.

Herwiha li gorî agahiyên xwecihî jî li bejahiya gundê Selekutlo ser bi Melezgirê ve di navbera gerîlayên HPGê û Artêşa Tirk de şer qewimiyê û kuştî û birîndar jî hene. Gundiyan gotiye gerîlayek bi birîndarî ji aliyê Artêşa Tirk ve hatiye desteserkirin.

Di heman demê de  niştecihên gund gotine, ji mizgefta gund bang li wan kirine ku ew ji malên xwe dernekevin.   

Her wiha çend deverên din jî li wê herêmê bi balafirên bêfirokevan hatine bombebarankirin.

HPGê heta niha derbarê şerê li devera Çiyayê Qertewînê de ti daxuyanî nedaye, lê derbarê çalakiyên xwe yên li nav axa Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên Tirkiyê zanyarî belav kirin.

Di daxuyaniya xwe de HPG dibêje îro 22’ê Tîrmehê saet 02.30an li herêma Metînan gerîlayan wan bi hemwext li dijî hêzên Tirkiyê li Girê Koordîneyê ji du milan ve çalakiyek kirin.

Li gor daxuyaniyê di wê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û herwiha leşkerek jî birîndar bûue û pergala kameraya mobessa ya li gir jî hate jinavbirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê operasyona leşkerî ku duh 21 Temmuzê li herêma Çiyayê Qertewîn, li bejahiya navçeyên Panos û Tutakê yên ser bi parêzgeha Agirî destpêkiribû, berdewam e.

 

Rudaw

Top