Li Rojavayê Kurdistanê Kurd li ser sîstema federaliyê çi dibêjin?
Ne tenê hikûmeta Sûriyê û aliyên li dijî Kurdan, lê belê aliyên hevpeymanên Kurdan jî sîstema federal ji bo pêşeroja Sûriyê bi zelalî napejirînin. Eniya Aştî û Azadiyê dibêje sîstema herî baş ji bo Sûriyê nenavendî ye.
Daxwaza pejirandina sîstema federal ji bo pergala dewleta Sûriyê, ku ji her alî bêhtir Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) wek sîstema herî guncav bo Sûriyê dibîne, ji aliyê piraniya herî pir a aliyên Sûrî, bi hikûmet û opozisyonê ve tê redkirin.
Ne tenê hikûmeta Sûriyê û aliyên li dijî Kurdan, lê belê aliyên hevpeymanên Kurdan jî vê sîstemê bi zelalî napejirînin.Bereya Aştî û Azadiyê, ku hevpeymaneke di navbera ENKS, Rêxistina Aşûrî û du grûpên Ereb de, nimûneyeke ji vê yekê.
ENKS di daxuyaniya damezirandina xwe de, dibêje ku ew dê kar bike ji bo “Guhertina rejîma zordar a totalîter, û avakirina dewleteke dekûlar, demokratîk, piralî, parlemanî û li ser bingeha nenavendiya siyasî.”
Lê Bereya Aştî û Azadiyê behsa nenavendiya siyasî nake ku bi wateya federalîzmê û tenê dibêje, Bereya Aştî û Azadiyê kar dike ji bo avakirina sîstemeke demokratîk, piralî, nenavendî ku rûmet û azadiya Sûriyan biparêze.
Serokê Bereya Aştî û Azadiyê Ehmed Cerba, di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê tekezî li ser vê yekê kir.
Serokê Bereya Aştî û Azadiyê Ehmed Cerba dibêje: “Helbet em di Bereya Aştî û Azadiyê de li ser nenavendîtiyê li hev dikin, û ev mijareke bêveger e, û me doza nenavendîtiyeke berfireh jî kir. Ev bi beşa Sûriyê ve têkildar e. Lê rejîma li Sûriyê dê bibe pergalek parlamenterî, demokratîk û veguhêr.”
Derbarê vê mijarê de, Serokê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji Rûdawê re got, her bereyek di daxwazên xwe yên siyasî de azad e.
Serokê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd wiha axivî: “Her bereyek û aliyek azad e ji bo tiştên doz dike bixwaze, lê her tiştan tê daxwazinkirin nayê wateya ku bêne cîbicîkirin.” bike bike
Lê eger rêkeftin li gel du grûpên Erebî yê xwecihî, ku Reweta Siberoj a Sûrî û Encûmena Erebî li Cizîrê û Ferat, û rêxistina Aşûrî ya Demokrat li ser federalîzmê zehmet be, aliyên Kurdî dê çawa bikaribin federalîzmê ji bo Sûriyê bi hikûmet û opozisyona Sûriyê û hevalbendên herdu aliyan jî bidin pejirandin.
Rudaw
