• Friday, 27 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kardînal Luis Sako kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kardînal Luis Sako kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, rewşa pêkhateya Kildanî û Kirîstiyanên Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û rewşa koçberên Kirîstiyanî li Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin. Herwiha ronahî xistin li ser rewşa Deşta Neynewa û Kirîstiyanên Mûsilê û herêmê.

Her du alî hevnêrîn bûn ku bawerî û dilniyayî pêwîst e ji bo koçberên Kirîstiyanî vegerin cihên xwe û dest bi avedankirin û vegerandina jiyanê bo navçeyên xwe bikin, ji ber cihê wan di encama êrîşên DAIŞê gelek ziyan gihîştiyê û pêwîstiya wan alîkarî û hevkariya navdewletî heye.

Kardînal Luis Sako pesnê pêkvejiyan, hevqebûlkirin, lêborîn, avedanî, pêşketin û rola serkirdatiya li Herêma Kurdistanê da û dubare kir ku Kurdistanîbûn nasnameyek e hemû pêkhateyên olî û netewî kom dike û koçberên Kirîstanî yên li welatên cîhanê dikarin vegerin ta bi aramî û dilniyayî li Kurdistanê bijîn û hevbeşî û beşdariyê di pêşxistin û avedankirinê de bikin.

 

K24

Top