• Friday, 27 February 2026
logo

Şahidê goristana li Efrînê: Min bi destê xwe ew veşartin

Şahidê goristana li Efrînê: Min bi destê xwe ew veşartin

Şahidhalekî goristana Efrînê îdiayên Tirkiyê ragihandibû li navenda Efrînê goreke bikom hatiye dîtin, red kir û got: “Min bi destê xwe ew şervan û sivîl veşartin.”

Tirkiyê ku li gel grûpên çekdar dest bi ser Efrînê de girtiye, berî çend rojan ragihandibû ku li navenda bajarê Efrînê goreke bikom hatiye dîtin û li ser wê gorê YPG tometbar kiribû.

Şahidhalekî goristana Efrînê ku ji sedema malbata wî li Efrînê dijî, dê xeterî li ser jiyana wan çêbibe, nexwest nav û rûyê xwe bide xuyandin ew îdiya Tirkiyê red kir û da zanîn ku wî bi destê xwe cenazeyê şehîdên Efrînê veşartiye û hemû hurgilî li cem wî hene.

Şahidhalê goristana Efrînê tekez kir ku Goristana hatiye dîtin ya şervan û sivîlan in û ew di roja veşartinê de amade bû û got: “Roja 15ê Adarê bû, min dît ku qelebalixiyek heye û ez çûm wê derê. Min dît ku nêzîkî 35 tabûtan li erdê hene û yek jî ti kis de bû. Li ser hemû tabûtan nav û reqam hatibûn nivîsandin. Kalek li wê derê bû li ser defterê reqemên tabûta dinivîsand û piştre ew pêçan veşartin.”

Bi gotina şahidlalê bûyerê  cihê goristanê li nêzîkî nexweşxaneya Efrînê bû û got: “Li cihê me veşartin 35 tabût û yekê din hebû, lê hinek cihên din jî hebûn. Di nav wan de çend kes hebûn ez nizanim. Ev cihê ku Tirkiyê behsê dike me cal vekirin û cenaze li wê derê veşartin. Me ji ber êrişên asmanî nekarî wan bibin li goristan şehîdan veşerin. Piraniya wan şehîdên YPG û YPJê bûn.”

Li nav bajarê Efrînê, goristanek hat vekirin û 35 term jê htin derxistin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê, bêyî ku tu zanyarî û hûrgiliyan bide, ev yek wekî tawaneke PKK-YPGê nîşan dabû. Medyaya ser bi opozisyona Sûriyê jî ew goristan wek “goristaneke bikom” bi nav kiribû.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan li Efîrnê Ibrahîm Şêxo gotibû: “Em wek Rêxistina Mafê Mirovan dibêjin, ev goristan piştî êrişên Tiriyê û çekdarên Sûriyê yên girêdayî wê di sala 2018an de ji ber ku xelkê nekarin miriyên xwe li cihekê din veşêrin, hate vekirin. Ew ne goreke bi komî ye, têde herkes hatine veşartin.”

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî li ser van îddîayên Tirkiyê peyameke vîdyoyî belav kir û zanyarî derbarê goristanê de û got: “Dema ku artêşa Tirkiyê nêzikî Efrînê bû, ew goristan li navenda bajarê Efrînê hate avakirin. Di goristanê de 71 cenazeyên şehîdan hene yên ku di encama êriş û topbarana Tirkiyê ya li ser Efrînê de şehîd bûne. Di nav de 14 cenaze yên şervanên YPGê ne, 12 cenaze yên şervanên YPJê ne, 5 ên endamên Asayîşê ne, 3 cenaze yên Cebhet El-Ekrad in, cenzeyek ê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê ye, 5 cenaze yên sivîlan in ku nasnameyên wan tê naskirin, 31 cenaze yên şervan û sivîlan in ku hîna nasnameyên wan nehatin naskirin”

 

Rudaw

Top