• Friday, 27 February 2026
logo

Di cejna Qurbanê de pileya germayê li hinek deverên Kurdistanê digehîje 51 derecan!

Di cejna Qurbanê de pileya germayê li hinek deverên Kurdistanê digehîje 51 derecan!

Rêveberiya rewşa hewa ya Herêma Kurdistanê ragihand, di rojên cejna Qurbanê de pileya germayê heta 51 dereceyan bilind dibe!

Rêveberiya rewşa hewaya Kurdistanê behsa hatina pêleka din ya germayê dike û dibêje, ji roja duşemê (19 vê mehê) de ew pêla han dest pê dike û tîna wê roj bi roj zêde dibe.

Rêveberiyê daye zanîn jî, pileya germayê dê roja çarşemê (21 vê mehê) bigehîje asta herî bilind.

Li gorî pêşbîniyên rêveberiya rewşa hewayê, pileya germayê dê li devera Germiyan bigehîje 51 derecan û li Hewlêra paytext jî bigehîje derdora 48 derecan.

Roja 20 vê mehê cejna Qurbanê ye. Hikûmeta Kurdistanê jî ji roja 18 vê mehê (sibê) ve heta roja 22 mehê (înî) bêhnvedana fermî ye.

 

Basnews

Top