• Friday, 27 February 2026
logo

Jinên Siûdiyê di parastina ewlehiya heciyan de beşdar dibin

Jinên Siûdiyê di parastina ewlehiya heciyan de beşdar dibin

Îsal jinên Siûdiyê di parastina ewlehiya heciyan de beşdariyê dikin. Ev jin li nivîsîngehên Navenda Niştîmanî ya Operasyonên Ewlekariyê peywendiyên telefonî werdigirin û girîngiyê didin silametiya nimêjker û heciyan.

Nuha Xamidî yek ji wan jinan û endama hêzên ewlekariyê dibêje, “Ez şanaziyê bi karê xwe dikim, û malabata min jî şanaziyê bi karê min li sektora ewlekariyê dike, ev yek di peywendiyên telefonî de diyar dibe, ku welatî û akincî tê de pêzanîn û rêzgirtina xwe tînin ziman.”

Pirsa beşdarîkirina jina Siûdî bo parastina ewlekariya haciyan, yek ji çaksaziyên ku Cênişînê Siûdî Mihemed Bin Selamn bi xwe pêrabûye.

Rîham Ebdellah jineke din a heman hêzê “Derbarê qebûlkirina zilamê ewlekariyê bo jinê di warê ewlekariyê de, min ti pirisgirêk nedîtiye, em ligel hevdû kar dikin, zilam bo me alîkar û piştîvanin.”

Îsal, jiber Coronayê dê tenê 60 hezar misilman di ferza hecê de beşdar bibin, ku hemû jî welatiyên Siûdiyê bi xwe ne.

Ev sala duyem e ku jiber pandemiya Covid-19, Siûdiye rê nade misilmanên derve bo pêkanîna ferza hecê serdana wî welatî bikin, ev di demekê de ku ji bo parastina heciyan hemû amadekarî û rêkarên dijî Coronayê hatine kirin û wergirtin.

 

Rudaw

Top