• Friday, 27 February 2026
logo

Misir – Dayîkekê keça xwe ya temenê wê du hefteyî xeniqand

Misir – Dayîkekê keça xwe ya temenê wê du hefteyî xeniqand

Dayîkekê keça xwe ya temenê wê du hefteyî xeniqand û bijîşkê dadî jî daxuyanî da.

Buyer li gundeke navçeya Ebu Metatîr a parêzgeha Buheyre ya li bakurê Misrê pêkhat.

Li gor nûçeya çapemeniya Misirê, hevjînê wê jina bi navê Sara jê re gotiye ku eger kurekî te nebe yan dê ji te cuda bibim, an jî dê jina duyem bîne.

Piştî keça wê jinê jî çêdibe, li gor gotinên wê bi ‘’Ji bo parastina malbata xwe’’ keça xwe ya temenê wê du hefteyî xistiye nav avê û ew xeniqandiye, piştre jî hewar kiriye ku xwedê girawî keça wê miriye.

Piştre li îdareya tenduristiya navçeyê guman li mirina zarok çêdibin û dozgerê giştî yê navçeyê 3 roj piştî  3 rojan ku bi axê hatî spartin biryara derxistina termê wî zarokî daye.  

Piştî termê wê keçê tê derxistin li bijîşkê dadî aşkera dibe ku zarok asayî nemiriye û piştre dozgarê giştî biryara girtina dayîka wê keçê daye û wê jî tewanê xwe mukir hatiye ku wê xeniqandiye.

 

 

Basnews

Top