• Friday, 27 February 2026
logo

Li Siwêregê bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî banga vaksîna Covid-19 tê kirin

Li Siwêregê bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî banga vaksîna Covid-19 tê kirin

 Li navçeya Siwêreg a Bakurê Kurdistanê di çarçoveya têkoşîna li hemper Coronayê de tîmên derziyê yên mobîl hatin avakirin û ew bi taybetî li deverên gundnîşîn bi Tirkî, Kurmancî û Zazakî bang dikin da ku xelk derziya Coronayê li xwe bidin.

Di çarçoveya xebatên derzîkirinê de ku Rêvebiriya Tendurustiyê ya Navçeya Siwêregê birêve dibe, tîmên derziyê yên mobîl hatin avakirin û ew ji bo welatiyên li derveyî navenda bajar û navçeyê dijîn û nikarin derziyê li xwe bidin, dixebitin.

Tîmên tendirûstiyê ji aliyekî ve derziya welatiyan li wan didin û ji aliyê din ve jî ji bo welatî bikaribin ji vê xizmeta sûd werbigrin bi Tirkî, Kurmancî û Zazakî bang dikin.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi giştî di rêzên dawî yên wergirtina vaksîna Covid-19 de cih girtine.

Rêjeya herî kêm a wergirtina vaksînê li Bedlîsê û piştre jî Sêrt, Riha, Mêrdîn, Amed, Mûş, Êlih, Çewlîg, Îdir û Şirnex tên, ku rêjeya vaksînkirinê li wan parêzgehan ji sedî 32.6 ye.

Navçeya Siwêregê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve ye, ku di nava rêza wan parêzgehan de ye, ku kêmtirîn rêjeya vaksînkirinê lê hatiye tomarkirin.

 

Rudaw

Top