Kompanya Green Energy elektrîka Idlibê dabîn dike
Piştî zêdetirî 5 salan ji qutbûna elktrîkê li ser parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê, ku di kontrola Desteya Tehrîr El-Şam û grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, niha bi rêya kompanyaya Green Energy elktrîk li bajarên Idlib,Selqîn, Dana û Sermeda hatiye dabeşkirin.
Bi wê yekê, xelkê bajar, bajarok û gundên Idlibê malavayî li jenerator û enerjiya rojê dikin, ku ji ber şerê navxweyî û têkçûna hêlên elektrîkê yên seranserî, elektrîka parêzgehê bi wan rêyan dihat peydakirin.
Ebû Îmad, xwedî firoşgeha besteniyan dibêje, “Ev cih temenê wî 75 sal in. Em zêde serbilind in bi vê pîşeyê, ku me ji bav û bapîrên xwe wergirtiye. Em berdewam in û dê radestî zarokên xwe bikin. Em jiber şer bê elktrîk di rewşeke zehmet re derbas bûn, pîşeya me derd û êş dîtin. Me 3 sal û nîvê generator bikar tanî, lê dema hêla elktrrîka nû gihişt, me li firoşgeha xswe bikar anî, berê me jiber mazotê xerciyeke zêde dida.”
Xelkê Idlibê ku jiber şerê çend salan derd û êşên zêde dîtine, bi geşbînî li projeya Green Energy temaşe dikin, li gor berpirsên vê kompanyayê divê her hevbeşek pîvereke nû ya elktrîkê deyne daku elktrîk bo mal û cihên bazirganî û pîşezasî bê dabeşkirin.
Ebdullah Safî, akinciyekî Idlibê jî dibêje,“Dema 5 salan elktrîk li ser me qut bibû, me derd û êş dîtin. Elktrîk wek avê çavkaniya jiyanê ye. Di wan 5 salan de me enerjiya rojê û generator bikar anîn, di rojê de generatoran tenê 2 demjimêr û nîvê kar dikirin, û xerciya wan zêde bû, sipas ji Xwedê re, niha li bajar elktrîk heye û di hemû waran de jî baş e, çi ji aliyê demjimêran û çi ji aliyê nirix jî, di rojê de 5 demjimêran tê.”
Bi gotina rêvberê kompanyaya Green Energy, karê wan li ser du qonaxan hatiye cîbicîkirin, qonaxa yekem avakirina wêstgehên veguhestinê bi hêza 66 kîlo volta bo pêşwazîkirina elktrîkê ji Tirkiyê bo Sûriyê, duyem, avakirina hêleke tewetira 66 kîlo volta ku tora Tirkiyê bi tora Sûriyê ve girêbide.
Usame Ebû Zêd, Rêvberê Cîbicîkar ê kompanya Green Energy ragihand, “Kompanya Green Energy, kompanyayeke taybet e, ne ser bi ti hikûmet an artêşekê ve ye, elktrîkê ji Tirkiyê peyda dike. Berê tora elktrîkê %90 zerarên zêde dîtibûn, çi ji aliyê têkçûna wêstgehan, hêlên veguhestina elktrîkê, an keblên jêr erdê û transan ve. Ev companya elktrîkê dide bajarên pir akincî, bajar, bajarok û gundan, lê derbarê kampan de heta niha ti plan nîne ku em elktrîkê bidin wan.”
Bi gotina berpirsên kompanyaya Green Energy, niha 7 wêstegên elktrîkê li parêzgeha Idlibê kar dikirn, û eger her hevbeşek bixwaze sûdê ji elktrîkê Green Energy bibîne divê pîvanekî nû yê elktrîkê bi 350 lîreyên Tirkî wate 42 dolarî bikirre, ev di demekê de ye ku nirxê her kîlo wateke elktrîka malê digihe 90 qirûşên Tirkî, di heman demê de ev kîlo wat bo her cihekî bazirganî û pîşezasî dike yek lîreyê Tirkî.
Rudaw
