'Pêvajoya Erebkirina Kerkûkê bi lez berdewam dike'
Rêvebirê berê yê Çandiniyê li Kerkûkê Mehdî Mubarak got ku siyaseta Erebkirina li bajêr bê navber berdewam dike, û erdên Kurdan li ber çavên Walî ji aliyên Ereban ve têne dagirkirin.
Rêvebirê berê yê Çandiniyê li Kerkûkê Mehdî Mubarak, ku beşdarî bultena Rûdaw bû, diyar kir ku siyaseta Erebkirinê, ya ku bi taybetî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an bi dijwarî hate destpêkirin, li Kerkûkê berdewam e, û rêvebirên îdarî yên bajêr jî pêşengiya vê yekê dikin.
Mehdî Mubarek got: “Piştî dagirkirina Kerkûkê, bajêr di bin desthilatdariyeke leşkerî de tê rêvebirin. Mirovên ji bajarên cûda anîn Kerkûkê û di warê ewlehiyê de bajar aloz e. Hemû saziyên li Kerkûkê li wî bajarî polîtîkaya şîekirin û erebkirinê dimeşînin. Erebkirin li saziyên wekî Rêveberiya Çandiniyê, Rêveberiya Koçê û Rêveberiya Nifûsê bi dijwarî berdewam e. Bi taybetî piştî 16ê Cotmeha 2017an, ev pêvajo ew qas bihêz tê meşandin ku hevsengiya hêzê bi tevahî guheriye.”
Mubarek amaje bi wê yekê kir ku di van salên dawiyê de 25 hezar malbatên Ereb birine Kerkûkê, ku armanca wan guhertina demografiya parêzgehê bûye û wiha pê de çû: “Rakan Seid, ku we defakto bûye parêzgarê Kerkûkê, malbatên Ereb yên piştî 2003yê ji bajêr derketine wan dîsa vedigerîne. Li ber çavên Walî zeviyên li parêzgehê têne dagirkirin û mafên mirovî têne binpêkirin. Rayêdarên Ereb, bi giştî projeyên xwe li herêmên ku Ereb lê dijîn bicîh tînin. 6 mîlyar dînar ji bo cîbicîkirina 22 projeyan li herêma Dakuk hate veqetandin, yek dînar jî ji vê rêjeyê nagihîje herêmên Kurdî.”
Bi gotina Mubarek Tirkmenên li Kerkûkê jî ji ji siyaseta ku li ser bajêr tê meşandin nerazî û ew dibêje: “Rayedar û hinek partiyên siyasî li hemberî rewşê bêdengiyê hildibijêrin. Lêbelê, Tirkmen jî ji vê yekê êş dikişînin û li dijî gendeliyê ne. Helwesta gelê Tirkmen ji partiyên siyasî yên Tirkmen cûda ye.”
Rêvebirê berê yê Çandiniyê li Kerkûkê Mehdî Mubarak di heman demê de tekez kir ku “siyaseta Erebkirina li Kerkûkê bi rengek plankirî bi alîkariya Wezareta Çandinî, Wezareta Dadê û hin partiyên Şîe, parêzgarê tayînkirî yê Kerkûkê û hêzên ewlehiyê tê meşandin.”
Rudaw
