Stasiyoneke din ya elektirîkê hatiye teqandin
Li Parêzgeha Kerkûkê bi bombeyeke vedayî hatiye teqandin.
Çavkaniyeke ewlekarî ji Parêzgeha Kerkûkê ragihand ku îro bi rêya bombeyeke vedayî stasiyoneke din ya dabîn kirina elektirîkê li Kerkûkê hatiye teqandin û ew yek bûye sedem ku çend deverên Kerkûkê bê elektirîk bimînin.
Ev bûyer li nêzî bajarokê Dûbizê çê bûye.
Herwiha di encama teqînê de agirek jî ber baxa şêniyekê deverê ketiye û şewateke mezin jî çê bûye.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî terorîstên DIŞIê hem li Kerkûkê him jî li Mexmûrê çend stasiyonên elektirîkê teqandibûn.
