• Friday, 27 February 2026
logo

Wayne Marotto: Mafê Hevpeymaniyê heye xwe biparêze

Wayne Marotto: Mafê Hevpeymaniyê heye xwe biparêze

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Wayne Marotto dibêje ku mafê Amerîka û hevpeymaniyê heye ku xwe biparêzin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Wayne Marotto di derbarê êrişa li ser bîrên neftê ya Heqil El-Umer li Dêre Zorê ji Rûdawê re axivî û got “Sîstema berevaniyê ya Hêzên Hevpeymaniyê li dijî vê drone hatiye bikaranîn û dron hatiye îmhakirin.”

Wayne Marotto wiha axivî “Li gorî agahiyên di destê min de û tweeta berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ez dikarim bipejirînim ku dronek hatiye dîtin. Wekî ku berdevkê HSDê jî got sîstema berevaniyê ya hevpeymaniyê li dijî vê drone hatiye bikaranîn û dron hatiye îmhakirin. Ji ber vê yekê êriş ne bi vê dronê bû, ji ber ku serbazên Amerîka û yê HSDê dema vê dronên dibînin bersiv didinê. Dîsa dibêjim Amerîka û hevpeymanê xweparastin wek maf dibîinin. Wan dît ku dronek ber bi wan de difire, li dijî êrişê tedbîrên xwe wergirtin. Ya ku em wek bersiv dibêjin, ev serbaz tenê vê yekê kirine lê ew dron êrişî navendê nekiriye.

Roja Çarşemê 7 Tîrmehê, êrişeke bi dronî bo ser hêzên wan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bîrên neftî yên Heqil El-Umer li Dêrezorê hatiye pêkanîn.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser tiwittera xwe belav kiriye, li gorî raporên destpêkê, êriş hatiye têkbirin û di êrişan de ti zirar çênebûne.

Ferhad Şamî ragihandiye: “Tam di demjimêr 10:15 de bi dema Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên me û Hevpeymaniya Navdewletî yên pispor di şerê li dijî DAIŞê de li navçeya Heqil El-Umer li Dêrezorê rûbirûyê êrişên dijminane yên firokeyên bê firokevan bûn. Raportên destpêkê tekez dikin êriş hatine têkbirin û ti zirarek çênebûye. Eger hûrgiliyên zêdetir hatin, em dê belav bikin.”

 

Rudaw

Top