• Friday, 27 February 2026
logo

Nûnera Netewên Yekgirtî êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike

Nûnera Netewên Yekgirtî êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê derbarê êrîşa şeva borî ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê de peyamek belav kir û ragihand, “Nabe rewatiya dewletê ji aliyê grûpên çekdar ve gef lê were xwarin.”

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert li hejmara xwe ya taybet a Twitterê nivîsî: “Êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê, binpêkirina serweriya yasayî ya Iraqê ye û ev cure kiryar, Iraqê ber bi çarenivîseke nediyar ve dibin.”

Jeanine Plasschaert diyar kir: “Tenê Iraqî baca van êrîşan didin û nabe rewatiya dewletê ji aliyê grûpên çekdar ve gef lê were xwarin.”

 

K24

Top