Hêzên Hevpeyman: Bi 14 mûşekan êrîş li ser hêzên Amerîkayê yên li binkeyê Eyn Esed pêkhat
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ragehand, hêzên Amerîkayê li binkeya leşkerî ya esmanî ya Eyn Esed bi 14 mûşekan bûn armanca êrîşê.
Berdevkê Hevpeymaniya navnetewî Wayne Marotto ragehand: ‘’Îro 07.07.2021ê demjimêr 12:30ê bi mûşekan êrîş li ser hêzên Amerîkayê yên li binkeyê leşkerî yên Eyn Esed pêkhatiye.’’
Wayne Marotto ragehand: ‘’Êrîş bi 14 mûşekan pêkhatiye, ku li nav binkeyê û derdora wê ketine xwarê.’’
Derbarê ziyanên êrîşê de jî berdevkê hêzên hevpeyman ragehand: ‘’Ji ber êrîşa mûşekî 3 kes bi sivikî birîndar bûne.
Binkeyê leşkerî yê esmanî ya Eyn Esed binkeyê herî mezin ê leşkerî yê Amerîkayê ye li Iraqê û êrîş piştî êrîşa ser balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê ya şeva borî pêkhat.
Şeva borî jî bi droneke bombebarkirî êrîşek li ser balefirgeha Hewlêrê pêkhat û ti ziyanên canî û madî nebûn.
