Zêdetirî 5 milyon Ewropiyan daxwaza mana li Brîtanyayê kirine
Zêdetirî 5 milyon Ewropiyan daxwaza mana li Brîtanyayê kirine û îro roja dawî ye ji bo pêşkêşkirina wê daxwazê.
Marlies Haselton, jineke Holandî nişteciha Brîtanyayê ye, 30 sal e li Brîtanyayê dijî. Li gel zilamekî Brîtanî zewiciye. Zarokên wê Brîtanî ne, niha hindik maye ji Brîtanyayê tê derxistin. Cudabûna Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê, jiyana wê têk daye. Marlies yek ji wan milyonan Ewropî ye ku ji bo mana li Brîtanyayê divê ji nû ve daxwaza mafê niştecihbûnê bikin. Pênc milyon û 600 hezaran ji wan formê mana li Brîtanyayê tejî kirine.
Marlies Haselton, Holandî, Akinciya Brîtanya, dibêje, “Nikarim mafê welatîbûnê li vê derê bidest bixim, hest bi bêzariyeke zêde dikim, niha hindik maye têm derxistin, ez beşek bûm ji vî welatî, ji siberoja xwe nîgeran im, ez li vê derê pîrtir bûm, nizanim hest bi silametiyê nakim.”
Roja Çarşembê dema dawî ye bo Ewropiyên nav Brîtanyayê daku formê mana li wî welatî tejî bikin ku ji Adara 2019an ve destpê kiriye. Ji roja Pêncşembê ve her kesekî form tejî nekiribe êdî mafê wan ê man û karkirinê namîne, eger heye bigihe dersînorkirinê jî.
Lara Parizotto, Endama Kampanya Mana Li Brîtanyayê, dibêje, “Wek grûpeke vê kampanyayê, em gelek gilehiyan dibihîzin, wek mînak ên bi temen in û demeke zêde ye li vê derê dijîn, naxwazin dubare daxwaza manê bikin, hinek jî nizanin pêdiviya wan bi formê tejîkirinê heye. Beşek ji wan dayîk û bavên zarokên wan li vê derê ji dayîk bûne, wiha dizanîn ji ber zarokên xwe pisgirêk bo wan çênabe, lê rewş ne bi wî awayî ye.”
Ew Ewropiyên ligel zarokên xwe li Brîtanyayê dijîn, divê yek bi yek zarokên wan jî cuda formê mana li wî welatî tejî bikin. Beşek ji Ewropiyan naxwazin li Brîtanyayê bimînin, ji ber man jî nayê wateya dana mafê welatîbûnê. Keseke wek Haselton ligel tejîkirina daxwaza manê jî lê dîsan li vegera bo Holandayê difikire.
Marlies Haselton, Holandî, Akinciya Brîtanya, dibêje, “Hevjînê min amade ye ligel min bê bo Holandayê, lê hê jî kêfa min ji vî welatî re tê, ev dilşikestin e bo min vê derê bicîh bihêlim, pirsgirêk ew e bi vî awayî ji siberoja xwe ne piştrast im.”
Zêdeyî 5 milyon kesan formê mana li Brîtanyayê tejî kirine, lê pirsgirêk ew e tenê %2ê wan temenê wan di ser 65 salî re ye, ev jî wate haya kesên bi temen ji wê yekê nîne ku ji roja Pêncşembê ve mafê karkirin û niştecihbûn û herwiha çavdêriya tendirûstî li Brîtanyayê namîne.
Yên mafê manê jî werdigrin ew in ku divê berî Kanûna 2020an dema 5 sal zêdetir li Brîtanyayê jiya bin. Yên ku hinceteke wan heye bo tejînekirina forman, tenê 27 roj li ber destê wan hene daku di wê demê de tejî bikin.
Rudaw
