• Friday, 27 February 2026
logo

Li Xarpêtê erdhejek bi hêza 4.3 pile çêbû

Li Xarpêtê erdhejek bi hêza 4.3 pile çêbû

Îro erdhejeke bi hêza 4.3 pileyên Rîxterê parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê hejand.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), îro Sêşembê 29ê Hezîrana 2021ê demjimêr 06:41 deqeyên serê sibehê, erhejek bi hêza 4.1 pile li navçeya Madenê yê ser bi parêzgeha Xarpêtê ve hatiye tomarkirin.

Li gor AFADê, erdhej di kûrahiya 7.15 kîlometre de çêbûye û li navenda parêzgehê jî hest bi erdhejê hatiye kirin.

Heta niha ti daxuyaniyek derbarê zerarên giyanî û maddî de nehatiye belavkirin.

Lê AFAD radighîne ku piştî erdhejê ti gilî û gazinên nerênî bo wan nehatine û ew pêşhatan ji nêzîk ve dişopînin.

Roja 25ê Hezîrana 2021ê jî li bajarokê Gêxî yê ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ve erdhejek bi hêza 5.2 pile çêbûbû. Erdhejê herî zêde bandor li gundê Kuşbayirî kiribû û piraniya xaniyan kêm zêde zerar gehiştibû wan.

Roja 24ê Çileya 2020an de jî erdhejekê bi hêza 6.8 pile bajarokê Sivrîce yê Xarpêtê hejandibû û di encam de 41 kesan canê xwe ji dest dabûn û 1500 kesên din jî birîndar bûbûn.

 

Rudaw

Top