• Friday, 27 February 2026
logo

Xortekî Rojavayê Kurdistanê ji ber herifîna qeşayê li Çomanê canê xwe ji dest da

Xortekî Rojavayê Kurdistanê ji ber herifîna qeşayê li Çomanê canê xwe ji dest da

Êvara îro li devera Pirje ya ser bi qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ve kesekî ji Rojavayê Kurdistanê ji ber herifîna qeşayê canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan, navê wî welatiyekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Reşîd Hesen Hemed û 32 salî ye, ku tevî malbata xwe li parêzgeha Hewlêrê dijiya.

Ew welatiyê ji Rojavayê Kurdistanê ji bo kar çûbû gundê Wêze û îro tevî hejmarek heval û dostên xwe serdana seyrangeha Pirje kiriye, ku rastî vê bûyerê hatiye û canê xwe ji dest daye.

Rêveberê Tendirustiya Çomanê, Ehmed Hesen derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “êvara îro demjimêr 17:00 kesek gihandine Nexweşxaneya Giştî ya Çomanê ku ketibû jêr qeşayê, lê di rêya ber bi nexweşxaneyê de canê xwe ji dest daye.”

Rêveberê Tendirustiya Çomanê got, hejmarek hoste û karker li gundê Wêze yê Çoman mijûlî kar bûne û piştî bidawîkirina karê xwe, ji bo bêhnvedanê çûne ser Rûbarê Pirje û bin tunelên qeşayê, lê qeşa şikestiye û bi ser welatiyekî Rojavayê Kurdistanê de ketiye û birîndar bûye.

Ehmed Hesen diyar kir, heta ku wî welatiyê Rojavayê Kurdistanê digihînin nexweşxaneyê, canê xwe ji dest dide.

Di Tîrmeha sala 2017an de jî li heman zozanê 3 kesên xelkê Hewlêrê bi heman rengî canê xwe ji dest dabûn.

Pirje dikeve 170 kîlometriya bakurê parêzgeha Hewlêrê û ser bi qezaya Çomanê ve ye. Di her çar werzên sale berf li wê deverê ye û her sal di werza havînê de jî gelek geştyar ji bo dîtina berfê û keyfa ji ber hewayê sar serdana deverê dikin.

 

Rudaw

Top