Siyasetmedarê Kurd li Ermenistanê wek parlamenter hat hilbijartin
Siyasetmedarê Kurd Kinyazê Hemîd cara sêyemîn e ku di hilbijartinên giştî yên li Ermenîstanê de, wek parlamenter tê hilbijartin.
Li gorî encamên nefermî yên yekem, Partiya Peymana Sivîl a Nîkol Paşînyan di hilbijartina pêşwext a parlamentoyê Ermenîstanê de bi rêjeya ji sedî 53,92 dengan bi ser ket. "Hevpeymana Ermenistanê" ya bi serokatiya serokê berê Robert Kocharyan bi ji sedî 21,1 dengan bû duyemîn.
Siyasetmedarê Kurd Kinyazê Hemîd, ji Partiya Peymana Sivîl a bi serokatiya Nîkol Paşînyan, wekî parlamenter hat hilbijartin.
Kinyazê Hemîd, ku di hilbijartina 2017an de ji Partiya Komarî cara yekem derbasî parlamentoyê bûê û di hilbijartinên pêşwext ên sala 2018an de cara duyem wekî parlamenter hat hilbijartin, bi vî awayî sê xulên li pey hev dibe enndamê Parlamentoya Ermenistanê.
Kinyazê Hemid ku Serokê Yekîtiya Kurdên Ermenistanê ye, di heman demê de bavê bankêra navdar a Kurd Narîn Nadirova ye.
Rudaw
