• Friday, 27 February 2026
logo

Li ser asta Iraqê herî zêde xwe kuştin li Kerkûkê hate tomar kirin

Li ser asta Iraqê herî zêde xwe kuştin li Kerkûkê hate tomar kirin

Li bajarê Kerkûkê xwe kuştin bûye diyarde û naha jî Kerkûk pêşengî ji bajarên Iraqê hemûyê re dike di warê xwe kuştinê de. Rêveberiya ofîsa Kerkûkê komîsyona bilind a mafên mirov a Iraqê behs li sê sedemên serekî yên xwe kuştinê dike.

Rêveberiya ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê Secad Cuma ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di heyama 6 mehên borî de 35 kesan li bajarê Kerkûkê xwe kuştine, ji bo xwe kuştinê jî parêzgeha Kerkûkê di şeş mehên yekem ên vê salê de di rêzbendiya yekem de ye, piştre jî parêzgeha Zîqar e ku li wê parêzgehê jî ji destpêka salê heta naha 19 kesan dawî bi jiyana xwe anîne.

Herwaha got: ‘’Di sala 2019ê de di warê xwe kuştinê de me hemû parêzgehên Iraqê derbas kir û mixabin di wê salê de 106 bûyerên xwekuştinê li Kerkûkê hebûn. Ji ber wê jî me lijneyek pêkanî li gel aliyên pêwendîdar bo nehiştin an jî kêm kirina bûyerên xwekuştinê û me kar li ser hişyar kirina hemwelatiyan kir. Em aliyê cîhbicîhkar nînin û tenê çavdêr in, piştî wan xebatan bûyerên xwekuştinê li Kerkûkê di sala 2020ê de kêm bûn û daketa 64 kesan.’’

Secad Cuma got: ‘’Me kar kiriye li ser ew diyarde nemîne, di encama lêkolînên me de ji bo me aşkera bû ku gelek sedemên xwe kuştinê hene, lê 3 sedem serekîne, ku ew jî rewşa darayî ya malbatan û betalî ango bêkarî, ya duyem tundiya nav malbatê ye ku ew jî pir zêde bûye û ev sedemêke din e û di 6 mehên borî de 150 bûyerên tundiya malbatî li Kerkûkê hatine tomar kirin. sedemê sêyem jî xwe kuştina ji ber nexwaşiyên cuda cuda, bi taybet nexwaşiya derûnî. Ji ber wê jî me daxwaz ji hikûmet û saziyên civaka sivîl kirine ku em li gel yek kar bikin bo nehiştina wê diyardeyê.’’

 

Basnews

Top