Raporteke taybet: Li bajarên Kurdan erdê bejî ji sedî 80 hişk bûn
Ji ber hişkesaliyê îsal li Bakurê Kurdistanê piraniya cotkaran top avêtin. Li bajarên Amed, Ruha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê erdê bejî ji sedî 80 hişk bû.
Li gorî par, îsal li van bajaran û bajarên serhedê 3 milyon û 230 hezar ton genim kêm tê bidestxistin. Ev ji bo aboriya Bakur karesateke mezin e. Bajarên kurdan ku weke embara dexl û dan tê naskirin îsal dê nikaribin ji dexl û danên vê embarê zikê welatiyan têr bike.
Li bajarên kurdan Amed, Ruha, Mêrdîn û Êlih bajarên sereke ne ku bi milyonan donum genim di nava zeviyan de hişk bû. Dema em berê xwe didin amaran, tabloya karesatê bi awayeke berbiçav derdikeve holê.
Amed
Li Amedê erdê bejî 3 milyon û 500 hezar donum in. Cotkaran par 2 milyon ton genim bidestxistibûn, lê îsal 500 hezar ton bidest dixin.
Riha
Li Rihayê erdê bejî 3 milyon donum in. Cotkarên bajêr par milyonek û 200 hezar ton genim bidestxistibûn, lê îsal 500 hezar ton bidest dixin.
Mêrdîn
Li Mêrdînê erdê bejî milyonek û 700 hezar donum in. Li gor amaran cotkarên bajêr par 840 hezar ton genim berhem anîbûn, lê îsal 340 hezar ton bidest dixin.
Êlih
Li Êlihê erdê bejî 858 hezar donum in. Li gor amaran cotkarên bajêr par 430 hezar ton genim genim bidestxistibûn, lê îsal 90 hezar ton berhem tînin.
Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanê li tevahiya Tirkiyê ji 2 milyonî zêdetir cotkar di Sîstema Cotkaran a Tomarkirinê de navê xwe nivîsandine. Pareke mezin a van cotkaran jî li bajarên kurdan in. Hişkesaliyê wisa lê kiriye ku piraniya cotkarên ku erdê bejî ajotine ketine bin deynên mezin.
Hem cotkar û hem jî pisporên karên çandiniyê di wê baweriyê de ne ku bi qasî hişkesaliyê buhabûna zêde ya lêçûnên çandiniyê jî bandoreke mezin li ser wan dike. Nexasim jî buhayê elektrîkê.
Li bajarên kurdan ji ber ku kargehên mezin ên kar pir kêm in û herêmên pîşesaziyê jî di hêla hilberîna markayên xwecihî de lawaz in, beşeke mezin a welatiyan tenê karên cotkariyê dikin. Ji ber vê yekê li Bakur têkçûna cotkariyê, şikestina aboriya bazareke berfireh e. Lewre ji sedî 20ê dexl û dan ên tevahiya Tirkiyeyê ji bajarên kurdan tên bidestxistin. Dema di zeviyan de berhem kêm dibe, dewlet neçar dimîne vê kêmasiyê bi riya hawirdeyê ango îthalatê dagire.
Piraniya cotkaran jixwe di wê baweriyê de ne ku ji ber ku dewlet dexl û dan ji derve dikire, palpiştiyê nade cotkaran. Ji ber vê yekê jî ew ji dewletê dixwazin palpiştiya cotkaran bê zêdekirin, di hêla krediyên bankayan de ji wan re hêsankarî bê kirin û buhayê kel û pelên çandiniyê jî bê daxistin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê sedemeke zêde ya ku hişkesalî bandoreke pir mezin li cotkariyê dike jî polîtîkaya bê ser û ber a avdaniyê ye. Digel ku li bajarên kurdan 52 bendav li ser çemên Dîcle, Firat û hin çemên biçûk hatine çêkirin jî dewletê cuhên avdanê nebiriye ser zeviyên cotkaran. Ji ber vê jî sala ku baran nebare, dexl û dan li nava zeviyan hişk dibin.
Li navendên kirîn û firotina dexl û dan jî bazar lawaz e. Ji ber vê yekê ji ajokaran kamyonan heta komîsyonvanên kirîn û firotinê gelek kes ji ber bêkariyê li ber dikanan rûniştine û xema debarê dixwin. Li gorî berpirsên vê bazarê ger çareyek ji vê rewşê re neyê dîtin, xelayeke mezin li ber derî ye.
Ji berê de dexl û dan, ango cotkarî û hilberîna li ser zeviyan di planên dewletan de cihekî stratejîk digrin. Li gorî pisporan dewlet çiqas dewlemend dibin bila bibin, ger welatek di hêla çandiniyê de nikaribe têra xwe bike, ew welat di hêla stratejîk de bê per û bask e. Jixwe di dema nexweşiya koronayê de dema deriyên sînor li ser welatan hatin girtin, girîngiya dexl û dan û cotkariyê careke din derkete holê. Li bazaran li ser zimanê gelek kesan ev gotin dihatin bihîstin; mirov bê çek û bê teknolojî dikare bijî lê bê nan nexêr.
