• Friday, 27 February 2026
logo

Li Zîqarê 4 kes hatin kuştin

Li Zîqarê 4 kes hatin kuştin

yek li Bakûr û 3 jî li başûrê parêzgeha Zîqarê hatine kuştin.
 

Di encama êrîş û teqînê de hatine kuştin.

Jêdereke ewlekarî ji çapemeniya Îraqê re ragihandiye ku îro danê sibê li navçeya Şetre ya li Bakûrê parêzgeha Zîqarê ciwanek ji aliyê çend kesên ne nas ve hatiye kuştin.

Piştî gehêştina hêzên ewlekarî bo cîhê deverê, bikuj bo cîheke nediyar reviyane.

Heman çavkanî eşkere kiriye ku îro danê sibê Til Ellehm ya li başûrê parêzgeha Zîqarê bombeyeke vedayî jî teqiyaye û di encama teqînê de 3 kesên medenî canê xwe ji dest dane.

Top