Li sînorê Zaxo pêşmergeyek hat şehîdkirin
Li sînorê nahiyeya Derkarê ya ser bi qezaya Zaxo ve pêşmerrgeyek şehîd bû. Rêveberê nahiyeya Derkarê jî dibêje: “Hêzên Pêşmerge dixwestin biçin xaleke nêzîk navenda Derkarê daku hêzên Tirkiyê zêdetir neyêne pêş, lê PKKê teqe li wan kiriye û pêşmergeyek şehîd bûye.”
Bûyer îro Sêşemî 8ê Hezîranê û derdora demjimêr 06:30 serê sibehê çê bûye.
Edîb Ceifer, Rêveberê nahiyeya Derkarê ji Rûdawê re ragihand: “Şeva bihorî hêzeke Pêşmerge li gel pasevanên sînor ên Iraqê hatine sînorên me daku xaleke stratejîk bigirin (bilindahiyên Kêre ku dikeve hindav navenda nahiyeya Derkarê), lê mixabin PKKê êrişî ser Pêşmerge kiriye û di encamê de pêşmergeyek şehîd bûye.”
Rêveberê nahiyeya Derkarê nasnameya wî pêşmergeyî aşkere kir û ragihand, navê wî Rezvan Mihemed û xelkê qezaya Zaxo ye û îro termê wî li Zaxoyê tê veşartin.
Lê li aliyeke din, Berpirsê Hêzên Parastina Sînorî yên Iraqê Emîd Dilêr Zêbarî ji Rûdawê re ragihand: “Çavkaniya teqekirina li wî pêşmergeyî ne diyar e.”
Emîd Dilêr Zêbarî got: “Demjimêr 06:30 serê sibeha îro di dema çûna hêzên pasevanên sînor û hêzên Pêşmerge bo navçeyên stratejîk ên sînor li bakurê rojhilatê nahiyeya Derkarê li sînorê qezaya Zaxo, dengê teqeyê hatiye bihîstin û pêşmergeyek şehîd bûye, lê çavkaniya teqeyê diyar nîne. Dengê du teqeyan hatiye û xuya ye ku bi rêya segvan (qenas) bûye, lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.”
Zêbarî diyar kir, ew pêşmergeyê ku îro şehîd bûye navê wî Rezan Mihemed Elî û xelkê Zaxo û ji eşîra Sindî ye, û pêşmergeyê Supaya 4 a Fermandariya Duhokê ya ser bi Wezareta Pêşmerge bûye.
Roja Şemiyê 5ê Hezîranê, li Çiyayê Metîna li sînorê nahiyeya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê, otomobîleke Hêzên Pêşmerge rastî êrişekê hatibû û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûbûn û 7 pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.
Wezareta Pêşmerge têkildarî êrişa roja şemiyê PKK weke berpirsyarê êrişê bi nav kiribû û gotibû: “Hêzêke Pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê, bi armanca parastina ax û gundên vê navçeyê û vegerandina ewlehiyê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”
Lê baskê çekdarî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) roja Yekşemê 6ê Hezîranê di daxuyaniyekê de red kiribû, ku êriş ji aliyê hêzên wan ve hatibe encamdan û gotibû: “Çeka ku bûye sedema îmhakirina wê wesayîtê ji aliyê hêzên me nehatiye bikaranîn” û diyar kir, “bi îhtîmaleke mezin ji hewayî û bi fuzeyê ve li vê wesayîtê hatiye xistin. Meseleya teqîna di vê wesayîtê de divê were lêkolînkirin. Em wek HPG diyar dikin divê heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe vê bûyerê lêkolîn û zelal bike.”
HPGê herwiha daxwaz kiriye, derbarê bûyera li Metîna ya êrişa li ser Pêşmerge, komîteyeke hevpar an serbixwe ya lêkolînê bê pêkanîn.
Rudaw
