• Wednesday, 18 February 2026
logo

ŞERÊ EFRÎNÊ – Îran û Sûriye biser dikevin

Gulan Media January 29, 2018 Nûçe
ŞERÊ EFRÎNÊ – Îran û Sûriye biser dikevin
Êrîşa artêşa Tirkiyê û hêzên alîgirên Enqerê bo ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê, dikeve hefteya duyem. Bi baweriya pisporan, di vî şerî herdu aliyên nakok jî biser nakevin, lê eger serkeftinek hebe ya Îran û hikûmeta Sûriyê ye. Loma pirsa serekî bo îdareya Amerîkayê ew e ka çawa vî şerê navbera hevpeymanên xwe rawestîne.



Tirkiyê destê xwe avêtiye şerekî giran



Êrîşa Tirkiyê û hêzên alîgirê wê bo ser Efrînê çeqiya ye û sozên berpirsên Tirkiyê ku dê navçeyê di demeke kurt de kontrol bikin nehatine cih. Ji ber hêzên Amerîkî li wê navçeyê nînin û hêzên Rûsî jî vekişiyan, Enqerê wiha fam kir ku Efrîn li gor navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê hedefeke asantir dibe, lê rewş wiha pêşan dide ku ew nirxandinên leşkerî şaş bûn.



Grûba Krîzên Navdewletî (International Crisis Group - ICG) di raportekê de amaje bi wê yekê dide ku gelek sedem li pîşt çeqîna erîşa Tirkiyê hene, ji wan jî Efrîn berevajiya wan navçeyên din ên di jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, gelek daristan lê hene, beşekî zêde çiyayî ye û niştecihên wê jî li hemû navçeyê belav bûne.



Li gor raportê, van sideman êrîşa Tirkiyê sist kirine û gger hêzên nêzîkî Tirkiyê bikarin wê navçeyê bigrin di paşerojê de pirsgirêkeke mezin ji Tirkiyê re çêdike, ji ber xelkê resen ên navçeyê dijî Tirkiye û alîgirên wê ne û cografya navçeyê jî bo şerê gerîlayî gelekî maqûl e. Ezmûna bi salan a hêzên YPGê jî di şerê gerîlayî de heye. Loma eger Tirkiye bikare wê navçeyê bigire, divê li benda şerekî dûr û dirêj û nerazîbûna xelkê herêmê be. Ji xeynî vê jî şerê Efrînê dikare PKKê pal bide ku çalakiyên xwe yên nav Tirkiyê zêdetir bike.



Lêkolerê Meydanî yê Grûba Krîzan Noah Bonsey, tekez dike ku şer nikare pirsa Tirkiye û Kurdên Sûriyê çareser bike, lê dikare zerareke zêde bighîne herdû aliyên şer û wiha dibêje: “Di heman demê de serêşiyeke mezin jî bo Washington û NATOyê çêdike. Eger hemû aliyên beşdar ên vê pirsê stratejiya xwe neguherînin, tişta niha diqewime dibe ku amajeyek be bo bûyerên xirabtir di paşerojê de.”



Bi baweriya Noah Bonsey, beşeke serekê ya guhertina stratejiyê “veger e bo proseyeke berfireh a aştiyê di navbera Tirkiye û Kurdan de.



Washington çi bike?



Hefteyek berî destpêkirina şer, îdareya Amerîkayê ragihand ku nêta wê heye heta demeke nediyarkirî li Sûriyê bimîne. Du armancên siyasî yên serekî li pişt wê biryara Amerîkayê bûn; yekem beşdarî paşeroja siyasî ya Sûriye bibe. Bo vê mebestê jî hêzên xwe bo parastina giraniya danûstandinên opozîsyon û hikûmetê di jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bikar bîne. Duyem jî rûbirûbûna xwebihêzkirina Îranê ya li navçeyê ye.



Herdu lêkolerên Peymangeha Washingtonê James Jeffry û Devid Pollak di gotarekê de ku govara Foreign Policy belav kiriye, amaje bi wê yekê dikin ku herdu armancên siyasî yên Amerîkayê li Sûriyê yeksan in ligel armancên demkurt û demdirêj ên Tirkiyê jî. Ji ber a yekem Sûriye ji destê Esed rizgar dike û Sûriyeke yekgirtî derdikeve holê. Armanca duyem jî dikeve xizmeta wê armanca demdirêj ku dîroka wê vedigere serdema milmilaneya Osmanî û Sefewiyan.



Bi baweriya herdu lêkolerên Peymangeha Washingtonê, sê pêngavên Washingtonê dikarin ji aliyekî ve berjewendiyên Amerîkayê ligel herdu aliyên nakok biparêzin û li aliyê din jî di demeke herî kurt de dawiyê li vî şerê niha bînin.



“Divê pêngava yekem a Amerîkayê ew be ku PYD mesafeyekê bixe navbera xwe û PKKê. Heman demê di hevdîtinên ligel Tirkiyê de, pêwiste were bibîrxistin PYDê soza di 2012an de daye ku “çek naçin ji PKKê” re aniye cih.



Pêngava duyem, divê di navbera PYD, Tirkiye û dijberên Sûrî yên girêdayî wê de kanalên diyalogê bên vekirin. Li gor çavkaniyên me, hemû alî eger nexwazin an ne bi dilê wan be jî dibêjin, bo vê bijardeyê vekirî ne.



Pêngava sêyem zehmettir e lê pêwist e yekser were cîbicîh kirin. Divê Amerîka wê baweriyê bide Enqerê ku dê bi wayekî aktîf dijî cudaxwaziya Kurdan û egera hevkariya navbera PYD-PKKê raweste.”



Herdu lêkoler ku di îdareya berê ya Amerîkayê de wek diplomat kar kirine, tekez dikin ku pêngava sêyem ji herduyên din dijwartir e, lê ji herdukan jî pêdivîtir e. Pollak û Jeffry dibêjin ku ezmêna peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê mînakeke baş e daku dijmênê hev ên qedîm bibin dost, ji ber “Tirkiye û Kurdên Iraqê heta dehsal berê dijminê hev bûn. Lê niha dost in û rojane petrol Kurdistanê Iraqê di Tirkiyê re derbas dibe.”

Rudaw
Top