• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Xaniqînê karnavala girseyî ve Al a Kurdistanê hate bilind kirin!

Gulan Media December 17, 2017 Nûçe
Li Xaniqînê karnavala girseyî ve Al a Kurdistanê hate bilind kirin!
Berpirsê baskê Xaniqînê yê PDKê amaje bi vê yekê dike ku herçend fişar û givaşa çekdarên Heşdî Şeibî li Xaniqîn hebe jî, lê bi karnavala girseyî ya gel ve Ala Kurdistanê hate bilind kirin.

Berpirsê baskê Xaniqînê yê PDKê Şêx Cehfer Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi boneya roja Al a Kurdistanê ve hemwelatiyên Xaniqînê destpê kirin Ala Kurdistanê daliqandin û bilind kirina Ala Kurdistanê li kûçe û kolanên giştî yên bajar hatin bilind kirin.’’

Herwaha got: ‘’Ev heftiyeke gelê Xaniqînê di ber xwe de destpê kirine çalakiyan pêktînin bo roja bilindkirina Ala Kurdistanê. Herwaha nivîsandina Bijî Pêşmerge û Kurdistan li cîhên giştî kirine. Li hember vê yekê jî milîsên Heşdî Şeibî destpê kirine wan nivîsan paqij dikin.’’

Şêx Cehfer Mistefa got: ‘’Îro jî bi boneya roja Al a Kurdistanê, xelk bi awayek di ber xwe de bi awayê karnavala girseyî li bazara Xaniqînê Ala Kurdistanê bilind kirin û ji ber vê jî Heşdî Şeibî hêzên xwe li Xaniqînê zêde kir.’’

Navborî got, li Xaniqînê ruhê netewî pir bihêze û xelk bi coş û kelecan ve beşdarî vê boneya netewî dikin.

Basnews
Top