• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê Giştî yê PDK-T: Roja Ala Kurdistanê li gelê Kurd û Pêşmerge pîroz be

Gulan Media December 17, 2017 Nûçe
Serokê Giştî yê PDK-T: Roja Ala Kurdistanê li gelê Kurd û Pêşmerge pîroz be
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş bi egera Roja Ala Kurdistanê daxûyaniyek belavkir, ku gihişt K24 jî. Ev daxûyaniya Serokê PDK-T ye:

Ala kurdistanê li jor ber bi jêr ve; Regê Sor, Rengê Spî, Renge Kesk û di navendê de,Roja zerîn bi wateya 21’ê gûlanê, Roja Newrozê, bi 21 fişek (Tîrêj)watedar bûyî ye.
Ala kurdistanê: Di sali 1920 dema komala bilind a kurdistan (kürt teali cemiyeti) de, Bedirxaniyan, mala Cemil paşa û hinek welatperwer weke Kemal Feyzi, dr. Şükrü Sekban û Mevlamzade ku Kurdistan a serbixwe dixwestin baweri bi Alayek ê anin ev Ala aniha hat tasawir kirinev ala cara yekemîn 1925’an di bizava Şex Seid de li bajarê Varto hat bilindkirin. Berya Varto1920-21 Al li Başûr bajarê Silêmanî yê demek ê tête bilind kirin.
Dİ 1946 ‘de Serok Komar a Mihabat ê nemir Qadi Mihemmed berya şêhîd bibe vê Alê radesti nemir General Mele Mistefa BARZANÎ dike !
Ji wê rojê hetanî îro ev Ala li gelê Kurdistaniyan pîroze. Ji bal hemî cîhanê ve ev Ala ji Netewa Kurd re hati ye pejirandin. Pêşmergeyên leheng, qamreman vê Alê bi merxasî , bi xwîna xwe di parêzin û berbijor ve bilind dikin.

Ala kurdİstanê rûmeta me hemi Kurda ye.

Bijî Ala Kurd , biji Kurdistan.

Top