• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Kerkûkê şer: Êrîşê Tirkmenan kirin

Gulan Media December 17, 2017 Nûçe
Li Kerkûkê şer: Êrîşê Tirkmenan kirin
Li taxên Musella û Barûtxane yên Kerkûkê, ji aliyê çekdarên nenas ve li dijî du baregahên Bereya Tirkmenan û Heşda Tirkmenî êrîş pêk hatin. Herwiha li rêbenda bajarokê Leylanê jî di navbera komeke çekdaran û hêzên dijî terora Iraqê pevçûn derket.



Malperên erebî ragihandin, ku şeva derbasbûyî, 16-12-2017, komeke çekdarên nenas li taxa Musella ya Kerkûkê êrîşê baregaha Bereya Tirkmenan kirine û di heman demê de li taxa Barûtxaneyê jî li dijî mûfrezeyekî Heşda Tirkmenî êrîşek hatiye encamdan.



Derbarê mijarê de Rêveberê Polîsê Kerkûkê Xetab Omer da xuyakirin, ku êrîş hevdem bûne û di dema êrîşê de pevçûn derketiye, hêzên ewlekariyê demildest bersiv dane.



Bi gotina Omer di encama êrîşan de ziyana canî çênebûye lê ziyana madî heye. Lê malperên erebî dibêjin, kuştî û birîndar hene.



Ji aliyê din ve, komeke din ê çekdarên nenas li rêbenda bajarokê Leylanê ya Kerkûkê jî bi roketan êrîşê Hêzên Dijeterorê kirine û pevçûn derketiye.

Rudaw
Top