RÛMALA TAYBET - Roja Ala Kurdistanê li bajar û navçeyên Kurdistanê!
Roja Ala Kurdistanê bi giringî tê pêşwazîkirin û li hember hemû awayên êrîş û dorpêçan, weke sembola zîndîbûn û rabûna ser piyan a gelekê tê dîtin.
Li derveyî welat jî rewenda Kurd, li paytextên welatên cîhanê Ala Kurdistanê bilind dikin.
Bi boneya vê rojê, îro di serî de li Hewlêrê, li parêzgehên Silêmanî, Duhok û Helebceyê, herwiha li tevahî navçeyên Başûrê Kurdistanê çalakiyên cur bi cur tên sazkirin. Rûdaw jî rûmala van rêûresman dike.
Çalakiya sereke li Parlamentoya Kurdistanê birêve diçe. Bi berşdabûna Cîgirê Serokê Parlamentoyê û parlamenteran, Ala Kurdistanê li pêşiya parlamentoyê hate bilindkirin.
Ala Kurdistanê li ser Kelha Hewlêrê jî bi merasîmeke taybetî hate bilindkirin. Di merasîmê de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî axivî û got: “Hemû koçber û awareyên ku ji Iraq û Rojavayê Kurdistanê, ji ber şer reviyane, di bin siya Ala Kurdistanê de bi aramî jiyane.”
Newzad Hadî diyar kir, Kurdistan nîştîmaneke mezin e û balkişande ser federkariya pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê.
Li Duhokê nêzîkî 35 cihên cuda ji bo Roja Ala Kurdistanê pîrozbahî tên sazkirin. Parêzgeha Duhokê li gel karbidestên parêzgehê beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Li Silêmanî jî li Dibistana Ferîşte ya Keçan merasîmeke hate sazkirin û berpirsên perwerdeyê beşdar bûn. Piraniya xwendekarên vê dibistanê Ereb in.
Mamostayên dibistanê ji peyamnêrê Rûdawê re ragihandin, ku ew dixwazin ji xwendekaran re bêjin, ku hikûmeta Iraqê Ala Kurdistanê qebûl nake. Lê ew dixwazin bila Bexda bibîne ka çawa zarokên hemû neteweyan di bin siya Ala Kurdistanê de bi aramî, wekhevî û bi hevre dijîn.
Dîroka Ala Kurdistanê
Ala Kurdistanê, bi fermî roja 17ê Kanûna 1945ê li ser banê Komara Kurdistanê, li bajarê Mahabadê, ji aliyê yekemîn Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve hat bilindkirin.
Lê Ala Kurdistanê di heyama salên 1927-30 de jî ji aliyê rêberê serhildana Agirî, Ihsan Nûrî Paşa ve jî hatibû bilindkirin.
Wate û hêmaya rengên Ala Kurdistanê
Alaya Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Di navendê de jî roj heye. Li jor rengê xwe sor e, navîn spî û jêr jî kesk e. Roja nav alayê bi 21 tîrejên wek hev hatiye xemilandin.
Rengê sor şoreş, xwîn, hêz û yeksaniyê temsîll dike. Rengê zer, ronahî, tirêjên rojê û hişyarî, rengê spî, aştî û aramiyê, rengê kesk jî welat, parastin û ciwaniyê temsîl dike.
Berê jî li hemû sazî û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê Ala Kurdistanê dihate bilindkirin. Lê Serokatiya Herêma Kurdistanê, di sala 2006ê de bi fermana jimare 60, bi awayeke fermî biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li hemû sazî û dezgehên hikûmî derxist.
Parlamentoya Kurdistanê jî di sala 2009ê biryar da êdî her sal roja 17ê Kanûnê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin.
Ji wê demê ve heta niha tenê ne li Başûrê Kurdistanê lê li tevahiya Kurdistana mezin û cîhanê ev roj tê pîrozkirin.
Rudaw
