Pêşmerge ji bo Şingalê biryar da
Serpireştê Mêhwera Rojavayê Dîcle ya Hêza Pêşmerge, Babekir Zêbarî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Wezareta Pêşmerge biryar daye ku rêya navbera bajarê Duhokê û navçeya Şingalê were vekirin.
Babekir Zêbarî ku pêştir Serfermandarê Artêşa Iraqê got, di wan du rojan de ew dê li nêzîkî bajarokê Zumarê çeperan vekin û bi fermî rêya Şingalê ji bo hatinûçûna welatiyan were vekirin.
Derbarê helwesta hikûmeta Iraqê de jî, Babekir Zêbarî diyar kir: “Em heta niha nizanin helwesta hêzên iraqî dê çawan be, lê belê em weke xwe, em dê vê rêyê vekin.”
Ji ber êrişên çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê bo ser Kerkûk, Xurmato û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî sînorê îdarî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku di 16ê Cotmeha 2017ê de êrişî Başûrê Kurdistanê kirin, rêyên Kerkûk, Mexmûr, Mûsil, Şingal û beşek ji navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ber bi bajarên Herêma Kurdistanê ve hatibûn daxistin.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja sêşemiya bihorî 05-12-2017ê piştî civîna Encumena Wezîran li Hewlêrê, di konfranseke rojnamevanî de gotibû: “Heta niha daxistina wan rêyan mijareke ewlekariyê bûye. Niha em dikarin hizir ji vekirina vekin û tekez dê ew rê werin vekirin. Çi li Mexmûrê, çi li gel Mûsilê yan li gel Kerkûkê. Em dê pêdeçûnê bi biryarê bikin.”
Rudaw
