Netewên Yekgirtî li ser Xurmatoyê hişyarî da
Berdevka Netewên Yekgirtî Lisa Trusel îro Înê 15-12-2017ê di konfranseke rojnamevanî de li bajarê Cinêvê li ser rewşa navçeya Xurmatoyê hişyarî da hikûmeta Iraqê.
Lisa Trusel amaje bi binpêkariyên di derheqên xelkê sivîl ê Xurmatoyê kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, “ewên ku li Xurmatoyê mafên mirovan binpê kirine bihêne dadgehîkirin.”
Berdevka Netewên Yekgirtî got: “Bi hezaran ji rûniştvanên Xurmatoyê ku piraniya wan Kurd in, bajar bi cih hîştine û berê xwe dane Herêma Kurdistanê, wan tirsa wê yekê hebûye ku tolhildan li hemberî wan were kirin, heta niha jî nevegeriyane.”
Lisa Trusel daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir, ku parastina xelkê sivîl ê Xurmatoyê garantî bike û ew kes û aliyên ku li Xumratoyê mafên mirovan binpê kirine, radestî dadgehê werin kirin.
Di bûyerln 16ê Cotmeha îsal de, ku çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê êrişeke berfireh kirine ser Başûrê Kurdistanê, navçeya Xurmatoyê jî weke Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî ji aliyê hêzên iraqî ve hate kontrolkirin.
Piştî kontrolkirina Xurmatoyê ji aliyê Heşda Şeibî ve, çekdarên ser bi wê hêza iraqî bi sedan malên welatiyên Kurd ên Xurmatoyê talan kirin, şewitandin an jî teqandin.
rudaw
