Holenda: Em ê hewl bidin ku balafirxaneyên Kurdistanê vebin!
Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte di civîna çapemeniyê de li ser pirsa nûçegihanê K24ê diyar kir ku wî pêwendî bi bi Serokwezîrê îraqê Heyder Ebadî re pêk aniye û di derbarê pirsa vekirina balafirxaneyên Kurdistanê axivîne.
Rutte wiha axivî: “Em ê hewlên xwe û bandora xwe ya li ser Iraqê zêde bikin ku Bexda balafirxaneyên Herêma Kurdistanê veke, ku em jî bikarin bi riya wan alîkariyan bişînin.”
Basnews
