• Thursday, 19 February 2026
logo

Şandek ji bo PKK, DAIŞ û Heşda Şeibî hate Kurdistanê

Gulan Media December 15, 2017 Nûçe
Şandek ji bo PKK, DAIŞ û Heşda Şeibî hate Kurdistanê
Şandekî Yekîtiya Mafperwerên Navdewletî gihişte Başûrê Kurdistanê. Biryare ev şand li hember hemwelatiyên sivîl binpêkirinên ji aliyê DAIŞ, Heşda Şeibî û PKKê ve hatine kirin, lêkolînan bike. Endamekê şandê dibêje ew dê serdana piraniya navçeyên Başûrê Kurdistanê bikin û li gel mexdûran hevdîtinan bikin.



Baregaha sereke ya rêxistina Yekîtiya Mafperwerên Navdewletî li Parîsa paytexta Fransayê ye û ji nûnerên 25 welatan pêk hatiye. Ev rêxsitin, li seranserê cîhanê, li ser mafên mirovan û binpêkirinên li hember van mafan kar dike. Di nava vê rêxistinê de 4 endamên Kurd jî hene. Ji nav wan de Wahîd Mizûrî, Mihemed Şûkrî û Seyda Mistefa xelkê Başûrê Kurdistanê û endamek jî ji Bakûrê Kurdistanê ye.



Şeva Pênşemê (14-12-2017), 5 endamên Yekîtiya mafperwerên Navdewletî bi riya Deriyê îbrahîm Xelîlê gihiştine Başûrê Kurdistan. Di şandê de 3 endamên Kurd hene û biyare di heyama serdana xwe de binpêkirinên li dijî hemwelatiyan tomar bikin û paşî raporta xwe pêşkeşî raya giştî û navendên biryardanê yên cîhanî bikin.



Endamê şandê Wahîd Mizûrî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Em ji bo tomarkirina binpêkirinên li dijî mafên mirovan ên Heşda Şeibî yên li Kerkûk û Xurmatoyê hatine. Herwiha emê li hember hemwelatiyan binpêkirinên ji aliyê DAIŞ û herwiha PKKê ve hatine kirin jî tomar bikin.”



Mizûrî got: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê me erkê xwe zanî, ku tişta dikeve ser milê me bikin. Ji xwe binpêkirinên Heşda Şeibî yên li Xurmato hatine tomarkirin. Me gelek hewl da di vê derbarê de Yekîtiya Mafperwerên Navdewletî bînin ser xetê da ku lêkolînê li ser tawanên Heşda Şeibî û herwiha tawanên DAIŞê yên li hember Kurdên Êzidî jî lêkolîn bike.”



Wahîd Mizûrî da xuyakirin, ku rêxistina wan li seranserê cîhanê van raporan amade dike û ev yekemîn komîsyona li ser asta navdeletî ye, ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li dijî mafên mirovan, serdana Başûrê Kurdistanê dike.



Endamê şandê Mizûrî da zanîn, ku karê wan yasayî ye û li ser asta cîhanê ji bo mafên mirovan kar dikin, binpêkirinan tomar dikin û encamên raporên xwe jî pêşkeşî cihên peywendîdar dikin.

Rudaw
Top