• Thursday, 19 February 2026
logo

Koçberên Xurmatûyê daxwaza mafên xwe dikin

Gulan Media November 26, 2017 Nûçe
Koçberên Xurmatûyê daxwaza mafên xwe dikin
Koçberên Xurmatûyê li hember xirabiya xizmetguzariyê û kiryarên Heşda Şeibî yadeşt arasteyî raya giştî û aliyên pêwendîdar kirin û tê de daxwaza mafên xwe ên vegera ji bo bajarê xwe dikin.

Di yadeştan de koçberên Xurmatûyê daxwaza dikin, aliyên pêwendîdar hewl bidin da ku ew di zûtirîn dem de vegerin ser mal û mikên xwe li Xurmatûyê û daxwaz dikin komîteke ji bo pêdaçûna bi pirsgirêkên wî bajarî pêk bê.

Herwiha koçberên Xurmatûyê daxwaz dikin jî, hêzeke bêalî ji bo parastina ewlehiya bajêr û tevahiya welatiyan bê cudahî bê Xurmatûyê.

Wek di diruşmên wan de hatiye, koçberên Xurmatûyê şermezariya wê aliyê ku xiyanetî li wan kirine, dikin û giliyê jî li bêdengiya aliyên pêwendîdar ên Iraq û Herêma Kurdistanê derbarê dagîrkirin û talankirina bajêr ji aliyê Heşda Şeibî ve dikin.

K24
Top