Hejmara kuştiyên êrişa Misrê ji 300 kesî derbas bû!
Duh piştî nimêja îniyê, mizgeftek li gundê Roze li nêzîkî bajarokê Erîş li devera Sîna ya Misrê rastî êrişa xwekujî û çekdarî hat.
Heta duh bi şev jî hejmara kuştiyên wê bûyerê 235 hatibû ragihandin lê îro hat gotin ku hejmara kuştiyan gihîştiye 305 kesan.
Li gorî agahiyan, bi dehan kes jî di wê bûyerê de birîndar bûne.
Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî sê roj şîna giştî li Misrê ragihand û gefa tolhildanê ji encamderên wê êrişê xwar.
Basnews
