Serokomarê Iraqê ji bo sê mijarên giring hatiye Kurdistanê
Şêwirmendê Serokomarê Iraqê Ferhad Elaedîn ji Rûdawê re ragihand: “Serokomar Fûad Mehsûm ji bo sê mijaran serdana Silêmanî û Hewlêrê dike. Mijarek rewşa nav YNKê û pirsgirêkên vê partiyê ne, mijara duyemîn rewşa Kerkûkê û çareserkirina vê rewşê ye û ya sêyemîn jî nirxandina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.”
Derbarê serdana xwe de Fûad Mehsûm jî ji medyaya YNKê re ragihandiye, ku hemû ev mijar bi hev ve girêdayî ne û hêviya çareserkirina wan aniye ziman.
Serokomarê Iraqê herwiha diyar kiriye, ji bo çareseriyê ew dê hemû hewl û desthilata xwe bikar bîne û gotiye: “Niha rewş ber bi başbûnê ve diçe.”
Rudaw
