Hikûmeta Kurdistanê êrîşa Sîna li Misirê şermezar dike
Dizeyî li ser navê hikûmeta Kurdistanê, êrîşa terorîstiya roja 24.11.2017ê hatiye kirin bo ser mizgeftekê li devera Sîna li Misirê ku, di wê êrîşê de zêdetir ji dused kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetir ji sed kesan jî birîndar bûn, bi dijwarî şermezar dike.
Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê wê êrîşa bi tawaneke dirindane wesif dike û ji malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Misirê re sersaxiyê dixwaze û ji bo birîndaran hêviya çakbûna bi lezgînî dike.
