• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan îşareta operasyonê da: Me li Idlibê çi kir emê li Efrînê jî wê yekê bikin!

Gulan Media November 24, 2017 Nûçe
Erdogan îşareta operasyonê da: Me li Idlibê çi kir emê li Efrînê jî wê yekê bikin!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, wan li parêzgeha Idlibê çi kirine dê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî wî karî bikin. Erdogan her wiha got, tenê %30ê xelkê Efrînê kurd in!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî ku li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn û serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re hevdîtin kir, vegeriya welatê xwe. Erdogan di nav firokeyê de li ser naveroka civînê û rewşa Efrînê û helwesta Tirkiyê li hember YPGê agahî da rojnamevanan.

Erdogan tehdîd û gefên xwe yên berê li hember YPGê dîsa anî ziman û ragihand, Pûtîn ji wî re gotiye ku serokê Sûriyê Beşar Esed jî ji hebûna YPGê li Sûriyê aciz e.

Serokomarê Tirkiyê li ser îhtimala êrişa li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî got, di mijara Efrînê de Rûsya û Îranê jî piştgirî dan me. Me çawa li Idlibê xalên çavdêriyê pêk aniye emê li Efrînê jî wê yekê bikin ji bo ku xelkê wê deverê vegerin ser war û malên xwe.

Erdogan îdia kir ku nîvê nifûsa Efrînê ereb in û got, xwedanên eslî yên Efrînê ereb in ji ber ku nîvê nifûsa Efrînê ereb in, tenê %30ê xelkê Efrînê kurd in û yên din jî turkmen û gelên din in.

Basnews
Top