• Thursday, 19 February 2026
logo

Şajina Brîtanya bersiva nameya profesorê Kurd da

Gulan Media November 24, 2017 Nûçe
Şajina Brîtanya bersiva nameya profesorê Kurd da
Profesorê Kurd Bedirxan Sindî nameyeke taybet bi şêwazê helbestê ji Şajina Brîtanyayê Elizabetha Duyem re şandiye û Şajin Elizabethê jî bersiva nameya wî daye û jê re gotiye: Min pir bi hûrî nameya te xwand.

Profesor Dr Bedirxan Sindî ku temenê wî 73 sal e, hêj li ser karê nivîsînê berdewam e. Bedirxan Sindî bi çend zimanan dinivîse û dixwîne. Bi gotina wî bi xwe, tişta ku ew dixwaze di jiyana xwe de bi çavên xwe bibîne, ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye.

Profesorê Kurd, Bedirxan Sindî di wan demên dawiyê de nameyeke gilîdariyê ji Şajina Brîtanyayê Elizabetha Duyem re dişîne. Di wê nameya xwe de, Bedirxan Sindî bi şêwazê helbestekê rexne ji rola Brîtanyayê ya li hember Kurdistanê digire û ji Şajin Elizabeth re dibêje, ku welatê wê di astengiyên li pêşiya damezrandina dewleta Kurdistanê de rol hebûye.

Dr. Bedirxan Sindî di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: “Min xwast di wê nameyê de wê (Şajin) têbihînim ku peymannameya Sykes-Picotê çend bandor li ser her çar parçeyên Kurdistanê çê kiriye. Min bi şêwazekî şaîrane û edebî ya pir bilind, hemû tişt jê re bi sîmbolan nivîsandiye, heta navê serokwezîrê wê demê wê Brîtanyayê jî min neaniye, lê belê min bi awayekê sembolî behs lê kiriye.”

Şajina Brîtanyayê jî bi rêya ofîsa xwe bersiva nameya profesorê Kurd daye û jê re gotiye, ew pê keyfxweş bûye ku kesek bi wê zelaliyê Şajinê di doza welatê xwe de beşdar bike, lê belê ew karê siyasî nake.

Bedirxan Sindî dibêje: “Di wê nameyde Şajin nivîsandiye, min helbest û nameya te bi hûrî xwand, lê belê mixabin, li gorî Destûra Brîtanyayê Şajin nikare tevli siyasetê bibe.”

rudaw
Top