Wezîrê karê derve yê Brîtaniyayê nameyekê ji serokwezîrê Kurdistanê re dişîne
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma kurdistanê, roja 22.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jon Willex balyozê Brîtaniyayê li Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de, balyozê Brîtaniyayê nameyeke Boris Jonson wezîrê karê derve yê Brîtaniyayê gihande serokwezîrê Kurdistanê.
Wezîrê derve yê Brîtaniyayê di nameya xwe de diyar dike ku ji bona destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina nakokiyên navbera her du aliyan li gor destûra Îraq, xwebatên cidî hene û piştgiriya welatê xwe ji bo serxistina pirosesa demokrasî li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê amade bû, balyozê Brîtaniyayê behsa civînên xwe yên vê dawiyê digel berpirsên îraqî û xwebatên xwe yên ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya nameya wezîrê derve yê Brîtaniyayê kir û got ku Herêma Kurdistanê hertim xwestiye pirsgirêkên bi Bexdayê re bi diyalogê çareser bike û daxwaz ji dostên kurdistanê kir ji bona afrandina atmosferek minasib ji bo destpêkirina diyalogê navbera Hewlêr û Bexdayê rola xwe bilîz in.
