Amerîka: Berdewamîn li ser fişarê ji bo vekirina Firokxaneyên Herêmê
Heather Nauert peyivdara wezareta derve ya Amerîka di pirêskonferansê xwe yê heftîya ne da ragihand: Fişarên wan berdewamin ji bo dubare vekirina Firokxaneyên herêma Kurdistanê û da zanîn: Rex Tillerson di gel Nêçîrvan Barzanî û Heyder ‘Ebadî axfitîye û daxwaz jê kirîye, danûstanan destipêbiken.
Herwisa da zanîn: Destnîşankirina hinartîyekê taybet ji bo danûstanên di navbera Herêm û Bexda alozîyan çare nake û pêdivîye berpirsên herdu hikumetan di navbera xwe da wan alozîyan çare biken.
Waar.tv
