Îsraîl Çiyayê Şingalê ji bîr nake
Roj bi roj peyamên Îsraîlê yên li dijî Îranê tundtir dibin. Belyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Danî Danon li New Yorkê got: “Îran li tevahiya Rojhilata Navîn terorîzm û ne seqamgîriyê hand ide. Me dît, ku li Lubnanê çi çêbû û niha jî li Sûriyê çi çêdibe.”
Li ser pirsekî peyamnêrê Rûdawê, Danî Danon diyar kir: “Em rê nadin Îran li bilindahiyên Girê Golanê bereyeke din ê şer ava bikin. Em nahêlin Îran kargeha mûşekan li Sûriyê damezrîne. Emê silametiya îsraîliyan biparêzin.”
Dema ji dîplomatkar û kesên nêzîkî hikûmeta Îsraîlê pirsa hatina hêzên Heşda Şeibî ya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanî dikin jî ew herî zêde behsa Şingalê dikin.
Îsraîlê ji bîr nekiriye, ku di Sibata sala 1991ê de, rejîma Bees ji ser Çiyayê Şingalê ve 48 mûşekên Huseynî avêtine Tel Avîvê.
Di 16ê Mijdarê de dema mîlîsên Heşda Şeibî û yên iraqî hatine Kerkûkê, Amerîka bê deng bû. Lê dema mîlîsên Heşda Şeibî çûne ser Çiyayê Şingalê, çend berpirsên amerîkî nîgeraniya xwe derbirîn.
Herwiha Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq li ser mijara Şingalê got: “Nivîsîngeha Hemahengiya Alîkariyên Mirovî ji ber derbend û astengiyên li ser riyan, nikarin alîkariyan bigihînin Şingalê. Ev yek gihandina alîkariyan dereng dixe.”
Lê diyare, ku nîgeraniyên Neteweyên Yekbûyî, herwiya yên Îsraîl û neyarên Îranê tenê li ser rewşa mirovî ya Şingalê nîne.
Nivîskarê îsraîlî yê rojnameya New York Postê Benî Evnî balê dikişe ser projeya Îranê ya Hîlala Şîe û kontrolkirina Şingalê, dibêje: “Eger Amerîka li ser vê riyê berdewam be, Îran pireke raste rast ji ser Iraqê ve bigihîne Sûriye û Lûbnanê. Ev yek jî dê hemû nexşeya Rojhilata Navîn biguhere.”
Lê heta niha jî ne diyare ka stratejiya Îsraîl, Erebîstana Siûdî û neyarên din ên Îranê, ji bo tekoşîna li hember belavbûna hejmûna Îran ê li Rojhilata Navîn heye yan ne.
Rudaw
