• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî asayîkirina rewşê di gel tevgera Goranê gotûbêj dike

Gulan Media November 21, 2017 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî asayîkirina rewşê di gel tevgera Goranê gotûbêj dike
Serokwezîrên herêma Kurdistanê û cêgirê serokê wezîran îro seredana bajarê Silêmanîyê kirin û di gel tevgera Goranê civîyan piştî duh di gel Yekgirtûya Îslamî jî civîyayîn.
Lemya Resûl peyamnêra WAAR li Silêmanîyê ragihand;Îro li sat dehî sibehê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrên herêmê û Qubad Talebanî cêgirê serokê wezîran û şandeka bilind seredana bajarê Silêmanîyê kirin û li girdî Zergete di gel ‘Umerê Seyd ‘Elî rêkxerê tevgera Goranê civîyan.
Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî dê rewşa niha ya Kurdistanê û qonaxên derbazkirina rewşê di gel berpirsên Goranê gotûbêj diken.
Nêçîrvan Barzanî duh jî seredana Yekgirtû ya Îslamî kirbû û di gel emîndarê wê rewşa niha ya herêma Kurdistanê û Îraqê bas kirin herwisa dupatî li yekrêzîya alîyan ji bo derbaz kirina rewşê kirin.

Waar.tv
Top