Serokê fermangeha hevrêzî û pêdeçûnê di civata wezîrên Herêma Kurdistanê de ragihand, îro civata wezîran wê civîna xwe ya asayî lidarbixe û têde sê mijaran gotûbêj bike ku di mijara yekê de wê behsa tomarkirina kompaniyan bike, herweha mijara diwem jî wê behsa dayina rênimayan ji bo wezaretên xwedî dahat bê kirin, mijara sêyem jî wê danîna bacê be li ser çigare û tûtinê bê gotûbêjkirin û ev pêşinyar ji aliyê wezareta tendirustiyê ve hatiye pêşkêşkirin.
K24