Dadgeha federal ya Iraqê: Encamdana referanduma Herêma Kurdistanê ne destûrî ye
Îyas Samûk got: "Dadgeha federalî bi pêdeçûna çar dozên taybet bi referanduma serxwebûna Kurdistanê, gihişte wê biryarê ku referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê nedestûrî ye".
Ev yek di demekê de ye, meha derbasbûyî dadgeha federalî ya Iraqê gotibû: "Em nikarin biryar bidin ku referanduma serxwebûna Kurdistanê destûrî yan nedestûrî ye, heya sdozên girêdayî referandumê neyên yekalîkirin û aliyê Herêma Kurdistan amade nebe."
Ji aliyê xwe ve, endamê komîta nivîsandina destûra Iraq di sala 2005an Kerîm Behrî ji Kurdistan24ê re got: "Li gorî destûra Iraqê referandum mafekî yasayî û destûrî yê Herêma Kurdistanê ye û ti yasayek nikare encamên wê hilweşîne heger referandumeke din nebe."
Rudaw
