• Thursday, 19 February 2026
logo

Kerkûk – Ew kesên ku roja referandoma serxwebûna Kurdistanê deng dabûn, tên cezakirin!

Gulan Media November 18, 2017 Nûçe
Kerkûk – Ew kesên ku roja referandoma serxwebûna Kurdistanê deng dabûn, tên cezakirin!
Rêveberiya giştî ya tenduristiya parêzgeha Kerkûkê, karmendên ku di referandoma serxwebûna Kurdistanê deng dabûn, ceza dike.

Derket holê ku rêveberê giştî yê tenduristiya Kerkûkê Husên Îbrahîm roja 16 vê mehê ferman daye tevahiya nexweşxane, navendên nojdar û tenduristî yên Kerkûkê da ku navên wan karmendên ku roja referandoma serxwebûna Kurdistanê deng dabûn, ji wî re bişînin.

Rêveberê giştî yê tenduristiya Kerkûkê, ku kesekî ereb e û piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve bûye rêveberê tenduristiya bajêr, her wiha daxwaz kiriye, navên wan karmendên ku roja referandomê neçûbûn ser kar yan jî destûr wergirtibûn, jê re bişînin da ku bên cezakirin.

Basnews
Top