Parêzer: 417 roje ti agahî li ser rewşa Ocelan nînin
Parêzerên ‘Ebdulla Ocelan serokê zîndankiriyê PKKê ragihand; 14 mehe anku 417 roje ti agahî li ser rewşa saxlemî û asayîşa wî nînin, ji bo wê yekê jî raporek pêşkêşî kumîta rêgirtinê li eşkencedanê kirîye.
Parêzerên Ocelanî di rapora xwe da eşkra kirîye; Nûçeyên nerênê li dor rewşa Ocelanî hatîne belav kirin, wê yekê jî malbata wî û gelê Kurdistanê dilgiran kirîye.
Eşkera jî kir; Ew nûçe ji wan rûdanan cuda nînin yên rojane li rojhelata navîn rûdiden, lewra dixwazin ‘Ebdulla Ocelan li cihekî be asayîşa wî ya parastî be, berovajî ya niha rûday.
Parêzerên Ocelanî daxwaz ji kumîta rêgirtinê li eşkencedanê kirîye, seredana Îmralîyê biken, da agahîyên dirust li dor rewşa Ocelanî bizanin.
Waar.tv
